Ahmet Arslantaş
03 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 03 Tîrmeh 2026
Li Adiyemanê ji ber germa zêde asfalta li ser rê heliya.
Li bajêr ku germahiya hewayê gihîşt 40 pileyê, asfalta li ser beşeke nêzîkî 3 kîlometreyî ya rêya sereke ya Adiyeman-Golbaşiyê, li nêzîkî bajarokê Şambayatê, nerm bû.
Her ku germahî zêde dibe, bi taybetî jî danê nîvro, qatrana li ser asfaltê dihele û şofêr û peya zehmetiyê dikişînin.