Li gor agahiyan ambulansa bi plaqeya 04 AC 956 a ku Halîs Aslan diajot li nêzî gundê Aslangaziya Eleşkirtê qelibî. Di qezayê de Nazan Erdogana (30) xizma nexweşê pençeşêrê li cihê bûyerê mir û şofêr Halîs Aslan û xizma nexweş Sema Kurt (31) birîndar bûn.
Tîmên Serwîsa Acîl 112 hatin cihê bûyerê û birîndaran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê. Sema Kurta ku rewşa wê giran e sewqî Erziromê kirin.