Sevim Hatun
04 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2015
AGRI
Li Agiriyê otobêsa rêwiya û tirimbêla di nav konvoya dawetê de, li hev du ketin. Di qezayê de 3 jê giran bi tevahî 22 kes birîndar bûn.
Otobêsa bi plakaya 02 KD 571ê ya ku ajovanê wê Emîn Akbaş bû, li nêzî Hetamoglu Petrolê li tirimbêla bi plakaya 32 E 1040an a ku ajovanê wê Îlyas Kadan bû ket.
Otobês bi şideta li hev ketinê ji rê derket û heta baxçê sîteya ku 150 mêtro dûrî rê bû çû û li vir sekinî.
Digel ajokarê tirimbêlê, Halîme (23), Mehmet Saîm (34) û Hatûn Kaya (44) ya ku di tirimbêlê de birîndar bûn. Hat ragihandin ku ji rêwiyên otobêsê jî 18 kes birîndar bûn. Ekîbên 112 servîsa acîl, birîndar rakirin nexweşxaneyên derdorê.
Hin rêwiyên ku di otobêsê de asê man jî bi destê ekîbên Midûriya Rewşa Acîl û Afadê (AFAD) hatin xilaskirin.
Derket holê ku birîna ajovanê tirimbêlê, Halîme û Mehmet Saîm Kaya xedar e.
Rêbeja ku ji ber qezayê demekê ji çûnûhatinê re hat girtin, piştî xebatên ekîbên ewlehiyê hat vekirin.