Fatih Gazioğlu
26 Mijdar 2019•Rojanekirin: 28 Mijdar 2019
Mezher Tekçiyê ku li Kayapinara navçeya Diyarbekirê dimîne li Lîga Masteran a Diyarbekirê dîrektoriya tîma Seyrantepeyê dike. Mezher Tekçî ji aliyên din jî di avahiyeke ku ji 126 daîreyan pêk tê karê paqijiyê dike.
Tekçî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew roj karê xwe yê paqijiyê dike û wextê xwe jî antrenoriyê dike.
Tekçî got ew ji zarokatiya xwe vir va ji fitbolê gelekî hezdike û wiha axivî: "5 zarokên min hene. Ez bi miaşekê asgarî debara malbata xwe dikim. Rojên xwe yên betal jî diçim antrenoriya tîma xwe dikim. Tîma me tîmeke zehf centîlmen e. Heta niha tu fitbolîstên min kartê zer yan jî yê sor nedîtin. Ez di dema pêşbirkan de gelekî bikelecan dibim. Heçko ez dileyîzim. Ji ber vê dibêjine min 'Jose Mourinho.' Li avahiya ez li dixebitim jî dibêjine min 'Qralê Dergevanan.' Ez bi van gotina pir kêfxweş dibim."
Tekçî got ku Galatasarayê digire û ji bo tîma xwe ku alîkariya melzemeyê bidin wan bangî Fatîh Terîm kir.