Abdullah Söylemez
14 Rêbendan 2026•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2026
Li Agirî, Adiyeman, Batman, Bidlîs, Bîngol, Elezîz, Erdexan, Erzincan, Erzirom, Hekarî, Meletî, Qers, Şirnex û Wanê ji ber berf û bagerê dibistan rojekê hatin tetîlkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiya Agiriyê hat dayîn, Navenda Texmîn û Hişyariya Pêşda ya Midûriya Herêma 16emîn a Meteorolojiyê ragihand ku li tevahiya bajêr sibê barîna berfê û cemed tê payîn.
Di daxuyaniyê da hat gotin, ji ber rîska cemedê hemû dibistan, kreş, qursên Qur'anê û navendên rehabîlîtasyonê rojekê hatin tetîlkirin.
Ji aliyê din va li Elezîz, Hekarî, Şirnex, Erdexan, Qers û Erzincanê dibistanên ku xwendekarên wan bi wesayîtan diçinê jî rojekê hatin tetîlkirin. Li hin navçeyên ku berf zêde lê ket jî dibistan bi temamî hatin tetîlkirin.