Şeyma Güven
15 Mijdar 2025•Rojanekirin: 16 Mijdar 2025
Li Sindirgiya navçeya Balikesîrê di saet 11.46an da bi mezinahiya 4,4an erdhej çêbû.
Li gorî agahiya ku li ser malpera înternetê ya Serokatiya Rêveberiya Rewşa Bilez û Afatê (AFAD) hat parvekirin, navend navçeya Sindirgiyê bi mezinahiya 4,4an erdhejek çêbû.
Hat tesbîtkirin ku erdhej 12,1 kîlomêtro di bin erdê da pêk hat.