Li Heskîfa navçeya Batmanê li zeviyên asê, tîrên ku bi destan bi dasê tên dirûn, bi piştiyên hêstiran bo bêderê tên veguhestin.
Cotkarên şêniyên gundê Yakakoyê, zeviyên xwe yên derdora 100 dekarî yên parçe parçeyî yên ji ber ku asê ne çandiniya makîneyî lê nayê kirin, bi rêbazên edetî diajon.
Cotkar di serdema cotê da zeviyên xwe bi hesp û hêstiran diajon û herhemên wekî ceh, genim û nîsk diavêjin.
Di wextê bêderan da jî cotkar zeviyan bi destan bi dasê didirûn û bi piştiyên hesp û hêstiran gurzên genim vediguhezînin bêderê.
Seyfettin Orhanê cotkar ê ku derdora 25 dekaran çend parçe zeviyên wî hene û genim, ceh û nîsk reşandine, dest bi dirûna zeviyan kir.
Orhan ji peyamnêrê AAyê ra destnîşan kir ku ji tovdanînê bigire heya dirûn û karên bêderan, wek şêniyên gund ew pêkva dixebitin.
Orhan bal kişand, ji ber ku makîne nikarin biçin ber serê zeviyan ew jî bi neçarî bi hêza heywên û însên hilberînê didomînin û wiha dewam kir:
"Karê me giran e lê em ji neçariyê dikim. Em bi dasê va didirûn û bi pişta hêstiran va vediguhezînin bêderê. Paşê jî li vir em patoz dikin. Ez ji 15 saliya xwe û vir va vî karî dikim."
Azîz Canê kurê Orhan jî bal kişand ku ew li navenda bajêr dijî, di serdema dirûnê da ew hat alîkariya bavê xwe û wiha dewam kir:
"Zevî ji ber ku asê ne makîne nikarin biçin nav zeviyan. Ji ber vê jî em bi destan didirûn. Niha zeviya em didirûn dê bi qasî du sê rojan bidome. Piştra em ê bi barê hêstiran bibin bêderê û patoz bikin. Em xwîdana eniyê dirêjînin lêbelê dema em diçin mal ew xeweke şêrîn dikin, pariyê helal di qirika me da diçe xwarê."