Berfin Sidar Aşit
22 Cotmeh 2026•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2026
Li Bidlîsê berhevkirina hingivê kewarên reş dest pê kir ku li zozanên raqimbilind ên têr gihayî bi rêbazên kevneşopî tê hilberîn û di pêşbirkên navneteweyî da xelat wergirtin.
Hilberîner îsal ji berhemdariya hingivê kewarên reş ên Bidlîsê bi hêvî ne ku bi taybetiya xwe ya ji gihayên cur be cur û rêbaza hilberîna siruştî va derdikeve pêş.
Hilberînerên hingiv serê biharê kewarên reş datînin zozanên bilind ên ji hêla florayê dewlemend û payîzê jî kewaran vedikin û hingivê tê da berhev dikin û her wiha ji xeynî bazara herêmî, dişînin parêzgehên cuda yên Tirkiyeyê.
Serokê Yekitiya Mêşvanên Parêzgeha Bidlîsê Caner Gungordu diyar kir ku li bajêr nêzî 100 hezar kewarên reş hene û li seranserî parêzgehê nêzî 2 hezar û 200 mozvan xebatên xwe dimeşînin.
Gungordu destnîşan kir ku Bidlîs di warê hejmara kewarên reş da di nav parêzgehên herî pêşîn ên Tirkiyeyê da ye û wiha got, "Dema berhevkirina hingivê kewarên reş hat ku em bi rêbazên ji bapîr û bavên xwe hîn bûne hildiberînin. Wekî mêşvanên Bidlîsî me dest bi berhevkirinê kir. Em ew parêzgeh in ku li Tirkiyeyê herî zêde kewarên reş lê hene. Hingivê ku li vir tê hilberîn, di pêşbaziyên ku li Tirkiyeyê û cihên cuda yên cîhanê tên lidarxistin da xelatan bi dest dixe."
Hilberînerê hingiv Guven Gungordu jî da zanîn ku berhevkirina hingivê ku di pêşbaziyên navneteweyî da xelat girtine berdewam e û wiha axivî, "Hingivê Bidlîsê berhemeke wisa ye ku miqdara wê ya prolînê zêde ye, bi kalîte ye û nirxê wê yê marqeyê heye. Hingivê kewara reş tê wê wateyê ku mêş hingiv di pêvajoya xwe ya siruştî da hildiberîne. Em jî hingivên ku bi rêbazên kevneşopî hildiberînin, berhev dikin."