Şener Toktaş
15 Adar 2022•Rojanekirin: 16 Adar 2022
Li Başhana gundê Bidlîsê nêzî 2 mêtreyan berf bariye û şêniyên gund anîne berf qelaştine û tê ra korîdora vekirine, ji van korîdoran ra diçin mal, tewle û gomên xwe.
Li Bidlîsê ji hefteya borî vir va bi navber berf dibare.
Li nav gund cihê ku makîneyên kar nikarin bixebitin, welatiyan bixwe ji xwe ra rê vekirin.
Malên yekqat di nav berfê da winda bûn û berfa derdora malan bi zehmetî tê avêtin.
Ji şêniyên gund Husamettîn Kiziltaş daxuyand ku îsal zivistan dijwar derbas bû û cihên ku makîneyên kar nikarin tê da bixebitin, ew bi xwe rêyan vedikin.
Kiziltaş wiha xeberda, "Em serê sibehê dest pê dikin û heta nîvro rêyên xwe ji berfê vedikin. Rêyên me hema bêje wekî tunelan in. Em di binê berf û bagerê da bi bêran rê vedikin. Em bi vî hawî diçin dibistan, mizgeft û malên xwe. Malên me yên yekqatî jî di binê berfê da man."