Rıdvan Korkulutaş
09 Rêbendan 2026•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2026
Li Bîngolê ji ber şert û mercên neyênî yên hewayê, piştî nîvro dibistan hatin tetîlkirin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat destnîşankirin ku li seranserê bajêr barîna berfê berdewam e.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku weke tedbîrekê li hember rîsk û metirsiyên ku dibe ku ji ber şert û mercên hewayê yên neyênî di veguhestinê da derkevin holê, hemû saziyên perwerdehiyê yên fermî û taybet li seranserê navenda bajêr piştî nîvro hatin tetîlkirin. Her wiha karmendên kêmendam û yên ducanî jî, dê nîvroj weke îzna îdarî bên hesibandin.