Bülent Temiz
15 Sibat 2025•Rojanekirin: 16 Sibat 2025
Li Karliovaya navçeya Bîngolê şembelîlkên xeter ên li serbanan bi alîkariya wesayitên îtfaiyeyê tên şikandin.
Şaredariya Karliovayê ji bo şembelîlkên xeternak ên piştî barîna berfê û hewaya sar çêbûn dest bi xebatê kir.
Ekîb bi alîkariya pêpelûkên wesayita îtfaiyeyê xwe gihandin serbanan û bi bêrê şembelîlk şikandin.