Rıdvan Korkulutaş
21 Adar 2026•Rojanekirin: 21 Adar 2026
Li Bîngolê wesayîtek welgeriya, di qezayê da 3 kes birîndar bûn.
Wesayîta ku nasnameya şofêrê wê hê nediyar e û plaqeya wê 23 AGS 892 e li ser rêya Bîngol-Gencê nêzîkî fabrîqeya tuxlayan welgeriya û derbasî aliyê din yê rê bû.
Di qezayê da şofêr û 2 kesên ku di wesayîta da bûn, birîndar bûn.
Li ser cawdayînê polês û ekîbên agirkuj û Tenduristiya Bilez a 112yê çûn cihê qezayê.
Şofêrê ku rewşa wî birîndar e bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Gencê, birîndarên din jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bîngolê.