Murat Asil
09 Cotmeh 2025•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2025
Li Çiyayê Erciyesê ku ji giringtirîn navendên kaşûnê yên Tirkiyeyê ye, li cihên bilind berf barî.
Li gorî agahiya ji Erciyes AŞyê hat wergirtin, duh bi şev ji tanga Çobanînî ya Çiyayê Erciyesê ber bi jor va berf barî.
Bi barîna berfê va li çiya cihên ji 3 hezar metreyî bilindtir spîçîl bûn.
Germahiya hewayê li cihên bilind di bin sifirê da daket heya 3 pileyan.