Bülent Mavzer
26 Îlon 2024•Rojanekirin: 27 Îlon 2024
IGDIR (AA) - Li Çiyayê Agiriyê minminîka belek a wekî "minminîka bilindahiyê tê zanîn" hat dîtin.
Çiyayê Agiriyê yê ku li Tirkiyeyê çiyayê herî bilind e, ji xeynî ajalên wekî mişk û maran cisnên minminîkan jî dijîn.
Minminîka belek a ku li bilindahiyan dijî û lewma wekî minminîka bilindahiyê tê binavkirin, li raqima 4 hezar û 200î ji hêla ekîban AAyê hat kişandin.
Pisporê jiyana kovî Mete Turkoglu ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ev cisnê minminîkan li bilindahiyan dijî û wiha dewam kir:
"Ev minminîk cisnekî girîng e ku li welatê me li bilindahiya di navbera 1500 û 3 hezar 500 metreyî da tê dîtin. Ev minminîk li Çiyayê Agiriyê li 4 hezar û 200 raqimî hat dîtin û ev yek ji bo Çiyayê Agiriyê û Îdirê qeydeke envantarê ya baş e."