Önder Beyter
31 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2019
Herwiha li rêbejaya D-100 li tanga Çiyayê Boluyê sitûriya berfê cih cihan 30 santîmetre ye û berf nexasim li deverên Bakacak, Karanlikdere û Seymenlerê binavber dibare.
Li ser Otorêya Anadoluyê li tanga Tunela Çiyayê Boluyê şilope, li navenda bajarê Boluyê jî şilî dibare.
Ekîbên rêbejayê li herêmê xebatên xwe yên paqijkirina berfê didomînin.
Ekîbên trafîqê yên Midûriyeta Ewlekariya Parêzgeha Boluyê ku li ser guzergehê peywirê dikin jî ajokaran hişyar dikin ku li hemberî barîna berfê baldar bin.