Göksel Cüneyt İğde,Zafer Göder
05 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2023
DUZCE (AA) - Ji ber mij û dûmana ku li ser rêya D-100ê li Çiyayê Boluyê mesafeya dîtinê kêm bû.
Li herêmê serê sibê tesîra mij û dûmanê çêbû.
Li aliyê Duzceyê li taxên Karanlikdere, Bakacak û Biçkiyaniyê ji ber mij û dûmanê mesafeya dîtinê kêm bû.
Polêsên trafîkê hişyarî dan şofêran da ku wesayîtên xwe bi baldarî bajon.