Şener Toktaş
29 Tîrmeh 2022•Rojanekirin: 02 Tebax 2022
Li Başkaleya navçeya Wanê di çarçoveya xebatên zanistî yên dewam dikin da nebateke nû bi navê "pastînaca vanensîs/Keşîra Wanê" hat qeydkirin.
Dr. Îbrahîm Demirê hîndekarê Şaxa Zanista Serekeya Botanîk a Beşa Biyolojiyê ya Fakulteya Fen Edebiyatê ya Zanîngeha Bidlîs Erenê, Dr. Abdurrahman Sefaliyê hîndekarê Zanîngeha Bayburtê û Dr. Yakup Yaparê hîndekarê Zanîngeha Bîngolê bi armanca tespîtkirina nebatên nû li Çiyayê Îspîrîzê yê ser Başkaleyê par dest bi xebatê kiribûn.

Hîndekaran nebatên ji herêmê berhev kiribûn kontrol kirin û ji famîlyaya maydanozan nebateke nû keşif kirin.
Ev nebata nû hat keşifkirin û di nav koma ji hêla tibî û aromatîk bi kêr in da cî digire bi navê "pastînaca vanensîs/Keşîra Wanê" va di xebatên zanistî da hat qeydkirin.
Gotara ku hîndekaran der heqê "pastînaca vanensîs/Keşîra Wanê" da nivîsî di kovara zanistî ya Phytotaxsayê da hat weşandin û ji Wanê nebateke nû di qada zanistê da hat qeydkirin.
Demir daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku sala par derketin Çiyayê Îspîrîzê û nebata ku bala wan kişand jê qismek hildan cem xwe û di encama lêkolînên zanistî yên ji bo nebatê kirin da dîtin ku ew nebatek wisa ye hê jî nehatiye keşifkirin û wiha domand: "Gotara me ya der heqê nebatê da jî di kovara zanistî ya Phytotaxsayê da hat weşandin û di alema zanistê da wê nebatê wekî cureyeke nû ciyê xwe girt."