Oktay Özden
10 Mijdar 2024•Rojanekirin: 11 Mijdar 2024
ANTALYA (AA) - Li deverên bilind ên Antalyayê berf barî.
Li bajêr germahiya hewayê kêm bû, baran barî û li deverên bilind jî berfê dest pê kir.
Li navçeya Kemerê Teleferîka Olymposê ya li lûtkeya Çiyayê Tahtaliyê ya ku bilindahiya wê 2 hezar û 365 mêtro ye çîlspî bû.
Turîstên herêmî û biyanî dema bi teleferîkê derketin lûtkeyê dîtin ku berf bariye.
Ziyaretvanan wêne û dîmen kişand.
Ji ber berfê mase û kursiyên li wir jî bi berfê nixûmîn.