Aydın Arik, Bilal Çelikten
25 Nîsan 2026•Rojanekirin: 25 Nîsan 2026
Li hawirdora Taxa Geçîtkoyê ya gundewar Mehmet Aslan (51) ji bo ku bi malbata xwe ra piknîkê bike bi botê derbasî aliyê din ê çem bû, piştî ku endamên malbatê danîn aliyê din ê çem di vegerê da ji ber sedemeke hê nayê zanîn bot welgeriya û ket çem.
Li ser îxbarê ekîbên tenduristî, cendirme, AFAD û ekîbên lêgerîn û xilaskirinê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê sewqî herêmê kirin.
Ekîban bi cîhaza dîtina binê avê xebat kirin û di encamê da li sînorê Taxa Îbîkkayayê di 39 mêtro kûrahiyê da cenazeyê Aslan dîtin.
Cenazeyê Aslan ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Çunguşê.