Damlanur Teyhun
30 Cotmeh 2023•Rojanekirin: 08 Mijdar 2023
Qaymeqamtiya Baglarê li Diyarbekirê ji bo pêdiviya xurekê germ ya astengdar û kal û pîrên mihtac aşxaneyek vekir.
Aşxane li navçeyê di avahiya Weqfa Alîkarî û Piştevaniya Civakî da hat vekirin û ji bo vekirina aşxaneyê merasim hat lidarxistin. Qaymeqam Îsmaîl Pendîk, Şaredarê Baglarê Huseyîn Beyoglu, nûnerên saziyan, mixtar û welatî beşdarî merasimê bûn.
Xurekên ku di aşxaneyê da tên çêkirin, ji aliyê diyetîsyenan va tên kontrolkirin. Ekîbên Weqfa Alîkarî û Piştevaniya Civakî wê her roj xurek li astengdar û kal û pîrên mihtac bela bikin.