Ömer Yasin Ergin
09 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2026
Li Baxlara navçeya Diyarbekirê ya navend wesayîtek welgeriya şerampolê û jê 3 zarok, 5 kes birîndar bûn.
Wesayîta ku şofêrê wê Î.B. û plaqeya wê 72 AK 320 e li ser Kolana Halîd Bîn Velîd welgeriya şerampolê.
Li ser cawdayînê polês, cendirme û ekîbên Tenduristiya Bilez a 112yê çûn cihê qezayê.
Di qezayê da şofêr, jina wî C.B. û jê yek giran, 3 zarokên wî yên ku di wesayîtê da bûn, birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li bajêr.