Fatih Gazioğlu
18 Tebax 2018•Rojanekirin: 19 Tebax 2018
VAN
Patrîkiya Ermeniyên Tirkiyeyê wê piştî 3 salan li Dêra Axdamarê ya li Gola Wanê merasimê bike.
Wezareta Çand û Turîzmê ji sala 2010an vir va salê carekê ji bo merasimê destûrê dide Ermeniyan. Merasimên li Girava Axdamarê ji sala 2015an vir va ji ber operasyonên terorê ev demek bû dabûn sekinandin. Piştî 3 salan şûn da merasim wê îsal dîsa were kirin.
Midûrê Çand û Turîzmê yê Bajêr Muzaffer Aktug daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku merasima îsal wê 9ê îlonê were kirin û ev ji bona nasandina Wanê firsendeke mezin e. Aktug got ku wan bona merasimê hemû amadehiyên xwe kirine û li hêviya mêvanên xwe ne. Aktug wiha axivî:
"Dêra Axdamarê li bajêrê me mîraseke zehf girîng e. Turîstên ku tên Wanê herî zêde dêra li giravê mereq dikin. Dixwazin beşdarî merasimê bibin û giravê bigerin. Ji ber vê her roj jimara turîstên tên Wanê zêde dibin. Piştî 3 salan ev merasim bi saya destûra Wezareta Çand û Turîzmê wê werekirin. Turîstan ji niha ve li otelan ciyên xwe veqetandine."
- "Ji gelek dewletên cuda wê Ermenî werin Wanê"
Endamê Rêveberiya Odeya Sanayî û Bazirganiya Wanê Murat Beyaz jî got ku ji ber merasimê ji gelek welatên cuda wê Ermenî werin Wanê.
Beyaz diyar kir kesên dixwazin werin Wanê têlefon dikin û der barê merasimê da agahiyê dixwazin û wiha dewam kir: "Ji Stenbolê, Ermenistanê û gelek welatên din li gorî texmîna min 3 hezar turîst wê werin Wanê."