Türkan Tosun
09 Îlon 2019•Rojanekirin: 10 Îlon 2019
Li Çukurovaya herêma Edeneyê ya ku yek ji navenda herî girîng a çandiniyê ye çêkirina dimsê dest pê kir.
Li Pozantiya navçeya Edeneyê tirî tên berhevkirin û welatî bi hevkariyê dims çêdikin.
Levent Koseogluyê dims çê dike ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand çêkirina dims a bi ûsula berê karekî zehmet e.
Koseoglu got ew ji bo çêkirina dimsê ji çiyê axê tînin li ber tavê ziwa dikin, beriya kelandinê ew tiriyan jî rojekî dihêlin ku bila dims xweş bibe.
Koseoglu anî ziman piştî vê ew tiriyan dikin çewalan, gîzmeyan li xwe dikin û di nav hewz da bi lingên xwe va tiriyan pêpez dikin.
Der barê kelandina tiriyan da Koseoglu wiha got: "Em ava tiriyan a ku bi pêpezkirina me tê bidestxistin û xweliya ku em çiyê tînin tevlihev dikin. Paşê em vê dixin sîtilên mezin û li ser agirê daran bi saetan dikelînin. Pişt re em datînin cihekî disekine. Paşê dîsa em wê dixin sitîlekê 5 saetan dikelînin û ew dibe dims."