Onur Can Bulat
12 Gulan 2023•Rojanekirin: 12 Gulan 2023
Li Pozantiya navçeya Edeneyê 4 wesayît, 2 wesayîtên polêsan, 2 qamyonet û TIRek tevlî qezayê bûn. Di qezayê da 7 kes mirin û 7 kes jî birîndar bûn.
Li ser Rêbeja Edene-Pozantiyê ber bi alî Enqereyê va agir bi TIRekê ket. Li ser xeberê tîmên agirkujiyê hatin ciyê bûyerê û di dema midaxaleya wan da di rê da çend wesayît li hev qelibîn.
Bi qasî 50 metre nêzî ciyê şewatê ji ber sedemeke hê nediyar e 2 qamyonet, TIR, 4 wesayît û 2 wesayîtên polêsan qeza kirin.
Di encama qezayê da 7 kes mirin û 7 kes jî birîndar bûn.
Tîmên agirkujiyê yên li ciyê bûyerê bûn ewilî midaxele kirin, polês û ekîbên tendûristiyê hatin ciyê bûyerê.
Ji ber qezayê ber bi alî Enqereyê va rê demekî hat girtin.
Walî Suleyman Elban, Qeymeqam Fatîh Karamahmut û Şaredarê Pozantiyê Mustafa Çay hatin ciyê bûyerê û ji rayedaran agahî hildan.