Emrullah Cesur
01 Rêbendan 2026•Rojanekirin: 01 Rêbendan 2026
Li paytext Enqereyê di roja ewil a salê da berf dibare.
Li bajêr berfa ku nîvê şevê dest pê kir, dem demî tesîra xwe zêdetir kir.
Bi barîna berfê ra rûberê parq, kuçe, kolan û baniyên avahiyan spî bû.
Ekîbên şaredariyê ji bo rê neyên girtin, berf verot û rê xwê kirin.
Cihên ku sembola bajêr in bi berfê venixumîn.