Şaduman Türkay,Yusuf Soykan Bal,Muhammed Nuri Erdoğan
01 Gulan 2024•Rojanekirin: 02 Gulan 2024
Li paytext Enqereyê ji ber taviya baranê ya duh êvarê dest pê kir, avê da binê hin malan, welatiyan xwe spart cihên sergirtî, wesayît di rêyan da mehsûr man.
Taviya baranê ya bibirqetav ya berêvarê dest pê kir, tesîreke neyînî li jiyanê kir. Ji ber taviya giran, li hin herêmên bajêr avê da binê malan.
Li Keçiorenê welatiyan ji ber ava lehiyê zehmetî kişandin. Li navçeyê li ser gelek kuçe û kolanan av gol bû, wesayît di rêyan da man, avê da binê mal û kargehan.
Her wisa li Sîncan û Yenîmahalleyê jî avê da binê malan. Ji ber taviyê li taxan jî ceyran çû.
Avê da binê îstasyona metroyê ya Beşevlerê jî û ji ber avê rêwî qederekê mehsûr man. Seferên metroyê yên di navbera îstasyonên OSB Torekent-Navenda Çandê ya Ataturk da rawestiyan.
Ji aliyekî din va Waliyê Enqereyê Vasip Şahin der heqê taviya baranê da ya li bajêr barî got, "Heta niha qedera 1330 îxbar hatin ku avê daye binê mal û kargehan. Ji van îxbaran midaxele bi 950yan hat kirin, midaxeleya bi 350an jî didome."