Abdullah Özkul
13 Hezîran 2026•Rojanekirin: 13 Hezîran 2026
Li paytextê ji ber taviya ku nîvrokî dest pê kir li hin kûçe û kolanan av kom bû û gelek xanî û kargeh di nav avê da man.
Ajokaran zehmetî kişandin û car carna trafîk rawestiya û li hin kolanên ku av kom bibû jî wesayît kaş bûn.
Li navçeta Yenîmahalleyê ji ber lehiyê konteynerekî çop kaş bû û hin wesayît di rê da man.
Li hin navçeyan demeke kurt teyrok hat.
Li Qehremankazan û Baglumê jî ji ber teyrokê hin rê spî bûn û wesayîtan zirar dît, ji ber ava kom bû ajokaran zehmetî kişandin.
Ji ber şiliyê welatiyan xwe sipart rawestgehên otobêsan û cihên girtî.
ji hêla din va ekîbên şaredariyê ji bo texliyekirin ava baranê xebat dan destpêkirin.