Kemal Özdemir
28 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 10 Sibat 2024
ERZINCAN (AA) - Li Erzincanê di berf û sermayê da qismekî Şelaleya Girlevîkê cemed girt.
Şelaleya ku 35 kîlomêtre dûrî navenda bajêr e, ji gihîştina 9 çavkaniyên li gundên Kalecîkê çêbûye û bala ziyaretvanan dikişîne.
Ji ber ku zivistanan qismekî ava şelaleyê cemed digire, bi şelaleyê va şembelîlk çêbûn.
Bi ketina berfê ra hewa sar bû û qismekî şelaleyê cemed girt û dîmenên şelaleyê yên xweş derketin holê.