Günay Nuh,Talha Koca,Yusuf Ayas,Abdullah Söylemez,Fırat Atmaca
03 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2025
Li Erzirom, Erdexan, Agirî û Qersê serma û seqem bi bandor e.
Li Erziroma ku bi şev germahiya hewayê weke 21 pile di binê sifirê da hat pîvan, camên otomobîlên parkkirî qeşa girtin.
Li bajêr peyarê û şadirvanên li hewşên mizgeftan qeşa girtin, mij bi bandor bû.
Hinek ji welatiyan ji bo parastina wesayitên xwe ji sermayê, betanî bi ser wan da werkirin.
Li gorî daneyên Rêveberiya Giştî ya Meteorolojiyê, germahiya herî kêm li ser asta Tirkiyeyê bi di binê sifirê da 28 pile li Tekmanê hat pîvan.
- Erdexan
Li Erdexanê bi şev termometreyan di binê sifirê da 19 pile nîşan da.
Li bajarê ku kuçe û kolanên wê qeşa çêbû, camên kargeh û wesayitan cemed girt, qiraviyê li dar û beran xist.
- Qers
Li Qersê bi şev termometreyan di binê sifirê da 17 pile nîşan da.
Li bajêr şembelîlkan xwe ji serbanan berda xwarê, qiraviyê li dar û beran xist.
Li navçeya Sariqamîşê bi bandora serma û seqemê camên kargeh û wesayitan cemed girt.
Hinek ji welatiyan bi branda û betaniyan xwestin wesayitên xwe ji sermayê biparêzin.
- Agirî
Li Agiriyê bi şev termometreyan di binê sifirê da 17 pile nîşan da.
Ji ber sermayê depoya avê ya goristana dervayî bajêr qeşa girt û şembelîlkan xwe jê berda xwarê.
Li bajêrê ku qiraviyê li dar û beran xist, camên kargeh û wesayitan cemed girt, welatiyan ji bo parastina wan ji sermayê, wesayitên xwe bi betaniyan nixumandin.