Hilmi Tunahan Karakaya,Günay Nuh,Cüneyt Çelik
04 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2023
Li Erzirom, Qers û Erdexanê bi tesîra sermayê qiraviyê avêt daran, şadirwan, gol û çem qerimîn.
Li Erziromê bi tesîra sir û sermayê şadirwanên mizgeftan û her wiha kaniyên dîrokî yên li ser kuçeyan qerimîn. Her wisa li ser hin rê û peyarêyan jî cemed çêbû.
Li Navenda Kaşûnê ya Palandokenê stûriya berfê 21 santîmêtro, li Navenda Kaşûnê ya Konakliyê jî 11 santîmêtro hat pîvan.

- Erdexan
Li Erdexanê ji ber sir û seqemê li ser rê û peyarêyan cemed çêbû.
Di hin çem û golan da tebeqeyên cemedê çêbûn.

- Qers
Li Qersê jî sir û seqemê tesîreke neyînî li jiyanê kir.
Li bajêr ji ber sir û sermayê qiraviyê avêt ser dar û nebatan û hin gol û çem qerimîn.