Günay Nuh,Cüneyt Çelik,İdris Karaoğul,Talha Koca
11 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2025
Li Erzirom û Erdexanê sermayê bandor kir û li Qersê jî berf barî.
Li Erziromê germahiya hewayê di bin sifirê da 13,4 pila hat pîvandin.
Ji ber serma û seqema zêde ava kaniyan cemed girt.
- Qers
Li Qersê êvarkî berfê lê kir û her der bi berfê sipî bû.
Ekîbên şaredariyê dest bi xebatên paqijkirina berfê kirin.
- Erdexan
Li Erdexanê jî serma û seqemeke zêde heye.
Ji ber sermayê dar û beran qeşa girt.