GAZÎANTEP
Mehmet Bazlamayê ku li Arabana Gazîentabê dijiya ji bo xebatê çûbû Sîwîsreyê û li wir kêça Sîwîsreyî Nadege Germanoyê nasdike û ji hevdû hez dikin. Mehmet Bazlama û Nadege Germano li Entabê zewicîn.
Dawet li Parka Recep Tayyip Erdoğanê hat kirin û gelek eqrebeyên zava û bûkê beşdarî govendê bûn.
Dawet li gor orf û edetên Tirkan hat kirin. Di dawetê zava û bûkê jî govend girt.
Bavê bûkê Danîel Germano daxuyand ku şabûna kêça wan dê wan jî şa bike û wiha axivî:
Em ji Sîwîsreyê ji bo dawetê hatin Tirkiyeyê. Me li vir li gor edetên herêmê daweta xwe kir. Kêfa me gelek bi edetên herêmê hat û kêça me jî di dawetê de pir bextewar bû."