Sayim Harmancı
27 Gulan 2023•Rojanekirin: 28 Gulan 2023
Doç. Dr. Melek Erdeka Hîndekara Makezanista Biyolojiyê ya Enstîtuya Perwerdeya Lîsansa Bilind ya Zanîngeha Hekariyê pîrhevokeke nû keşif kir.
Di daxuyaniya zanîngehê da hat diyarkirin ji ber ku pîrhevok li Geliyê Cenet û Cehenemê li Zozanê Mêrganê dîtine navê "Gylîppus Merganus" lê kirine.
Materyalên cureya nû ku di kovara "Zoology in the Middle East"ê da hat weşandin li Muzeya Zoolojiyê ya di bin banê Navenda Lêkolîn û Perwerdeyê ya Curbecuriya Biyolojîk da tên parastin.
Doç. Dr. Melek Erdekê diyar kir ku ev cure bêjehrî ne û zirarê nadin û wiha got, "Piraniya vê cureyê li çiyayan hene. Zêde berbelav nînin. Ji ber ku ev herêm çiyayî ye gelek cureyên ku divê bên keşifkirin hene. Di nava pîrhevokan da cureyeke cuda ye û piranî êvarê tên dîtin."