Ulaş Güven
21 Cotmeh 2025•Rojanekirin: 21 Cotmeh 2025
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê, ekîbên îtfaiyeyê midaxeleyî şewata li Dehla Nehîlê dikin ku jîngeha bi hezaran çivîkî ye.
Li dehla li nêzîkî rêbejaya Yuksekova-Şemdînliyê ji ber sedemeke ku hê nehatiye tesbîtkirin, şewat derket.
Li ser îxbara kesên li derdorê, ekîbên Midûriyeta Îtfaiyeya Şaredariya Yuksekovayê hatin sewqkirin.
Ekîban demildest dest bi xebatê kirin ku agirê bi tesîra bayê geş bûye û qadeke fireh daye ber xwe, bitemirînin.