Özkan Bilgin
25 Hezîran 2024•Rojanekirin: 27 Hezîran 2024
Li Hekariyê şivanên ku pêz li zozanan diçêrînin, dema ku pêz dibin bêriyê ji ser eraziyên ku hê di binê berfa da ne ra derbas dibin û diçin qadên bêriyê.
Li Hekariyê zivistana îsal li gor salên borî berf zêde barî û bera li serê çil û çiyayan û deverên bilind hê jî neheliyaye.
Bi germbûna hewayê ra welatiyan berê xwe da zozanan. Şivanên ku pez li zozanan diçêrînin, wextê dana pez dibin bêriyê ku bidoşin. Şivan mecbûrî bira pezê xwe li ser belekiyên berfê ra derbas dikin û wisa digihêjin bêriyê.
Rêncber dema ku pezê xwe ji ser belekiyên berfê ra derbas dikin, tengasiyê dikişînin. Piştî ku li bêriyê pez tê dotin jî dîsa ji heman gozergahê ra pezê xwe derbas dikin û dibin zozanan.