Türkan Tosun
02 Gulan 2017•Rojanekirin: 04 Gulan 2017
HAKKARÎ
Li Hekariyê welatî roja ewil a gulanê jî çûn Navenda Xweşiqitandinê ya Merga Botan û beriya ku heyama xweşiqitandinê dawî bibe, xwe şiqitandin.
Navenda Xweşiqitandinê ya Merga Botan 12 kîlomêtro dûrî navenda bajêr e û bilîndahiya wê jî 2 hezar û 700 mêtro ye. Welatiyên li Hekariyê dijîn her çiqas meha gulanê be jî çûn navendê û kêfa xweşiqitandinê derxistin.
Welatiyan got li tu dereke Tirkiyeyê di vê mehê de êdî mirov nikare xwe bişiqitîne û kêfxweşiyên xwe anîn zimên.
Midûrê Bajêr ê Werziş û Xizmetên Ciwaniyê Reşît Guldal ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku êdî hewa germ bû, ji ber vê heyama xweşiqitandinê qediya û wiha dewam kir: "Li vir niha ji mêtroyekî zêdetir berf heye. Li gelek cihên Tirkiyeyê mirov dikevin behrê, em li vir xwe dişiqitînin. Ev jî nîşan dide ku welatê me, memleketê me çiqas xweş e. Înşallah êmê bikaribin qîmeta vê bizanibin û vê bi Tirkiyeyê û dinyayê bidin nasîn. Tîma me ya neteweyî dikare bê li vir di nav aramiyê de bêhna xwe bide. Li navenda me ya şiqitandinê dema ku hewa germ dibe berf dihele. Ji ber vê dibe ku hin kes bikevin xwe biêşînin me ji îro pê va heyama xweşiqitandinê bidawî kir."