13 Nîsan 2017•Rojanekirin: 18 Nîsan 2017
HAKKARÎ
Li Hekariyê werzişvan û welatî li navenda şemitandinê ya 2 hezar û 800 mêtro bilind e kêfa xweşemitandinê dikin.
Li Hekariyê Navenda Şemitandinê ya Mêrga Botan a bi destê walîtiyê hat çêkirin eleqeyeke mezin dibîne.
Li navendê her çiqas meha nîsanê be jî 3 mêtro berf heye û werzişvan û welatî xwe dişemitînin û kêf dikin.
Reşît Guldalê Midûrê Spor û Karên Ciwanan destnîşan kir herêm ji bo xweşemitandinê herêmeke xweş e.
Guldal destnîşan kir bi taybetî dawiya hefteyê 2 hezar kes tên navendê û wiha got: "Bi çêkirina tesîsên nû em dixwazin rojane 5 hezar kes bên navendê. Li tu dereke dinyayê atmosfereke wiha tuneye. Em dixwazin werzişvan û welatî bên Hekariyê."
Dîlan Tekçeya li navendê xwe dişemitîne destnîşan kir di nav meha nîsanê da kêfa xweşemitandinê dikin.
Zehra Nergis Duranê jî got kêfeke mezin e meriv di meha nîsanê xwe bişemitîne.