ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji ber berf û bagerê rêya 457 gund, tax û goman ji çûyîn û hatinê ra hat girtin.
Ji serê hefteyê vir da li herêmê berf û bager heye û ji ber vê yekê welatî gelekî tengasiyan dikişînin û rê tên girtin.
Li Erziromê vê gavê rêya 287 gund, tax û goman girtî ye. 53 ekîbên girêdayî Serokatiya Daîreya Xizmetên Dorberê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê bi 70 mekîneyên kar va ji bo vekirina rêyên girtî bênavber dixebitin. Ji ber ku ba û bager heye di xebatên vekirina rêyan da tengasî derdikevin.
Ji ber berf û bagerê rêya 143 gundên Agiriyê, 12 gundên Qersê, 10 gundên Îdirê û 5 gundên Erdexanê vê gavê girtî ye.
Ekîbên Îdareya Taybet ên Bajaran ji bo vekirina rêyan xebatên xwe didomînin.