Halil İbrahim Sincar,Ahmet Kaplan,Mehmet Arif Altunkaynak,Abidin Yel,Mehmet Demirhan
06 Tebax 2022•Rojanekirin: 07 Tebax 2022
Li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ku vê heftê germahî gelekî zêde ye û termometreyan li Cizîrê 47,4 pile nîşan da.
Li gor agahiyên ji Midûriyeta Herêma 15mîn a Meteorolojiyê hat hildan bi destpêka havînê va heya niha germahiya hewayê di bin 40 pileyî da bû û ber bi dawiya meha tîrmeh û destpêka tebaxê 5-6 pile zêde bû.

Di 5ê Tebaxê da li herêmê germahî zêde bû û li Sûr û Bismila navçeyên Diyarbekirê germahî heta 44,1 pileyî û li Gercuşa navçeya Batmanê heta 46,3 pileyî, li Silopiya navçeya Şirnexê 46,1 û li Cizîra navçeya Şirnexê jî 47,4 pileyî derket.
Li herêmê germahiya hewayê îro gelekî bi tesîr e.

Ji ber hewaya zêde germ e welatî jî nikarin rihet tevbigerin lewra kesên karên wan li derva hebe xwe didin ber siyê, ciyên avî û deverên dar û devî lê hene.
Kesên dixwazin piçekî hênik bibin berê xwe didin bestenî û ava sûsê.

- Li Civîrê welatî ji ber germahiyê danê nîvrojê dikanên xwe digirin
Kuçe û kolanên navçeya Cizîr û Silopiyê ji ber germa zêde xalî ne.

Kesên naxwazin tav li serê wan bixe û nexweş nekevin nava rojê ji malên xwe dernakevin, esnafên li navçeyê jî nava rojê dikanên xwe digirin û li malê bêhna xwe didin. Kesên di karên li ber agir da dixebitin hê zêdetir zehmetiyê dikişînin.
Şivanên ku pezên xwe derdixin çêrê jî di qêleqijê da pezên xwe li bin siyekê kom dikin û serê sibehê pê va pezê xwe berî çêrê didin.