Li Mûsûla Iraqê êzidî ji bo baran bibare dia kirin.
Cotkarên êzidî çûn li ser tirba Mehmet Reşan û li wir dia kirin ku baran bibare.
Aktivîst "Silêman Mehmûd" ji nûçegihanê AAyê re got ku êzidî piranî cotkariyê dikin û wiha axivî: "Êzidî bawer dikin ku barana meha nîsanê dibe sedema bereketa çandiniyê. Ji bo ku çandiniya wan baştir bibe, êzidî her sal ji Xwedê re diayan dikin ku baran bibare."
Mahmud got ku kesên ku nikaribin herin li ser tirba Mehmet Reşan, dema ku mirovên li ser tirbê vedigerin ew avê li ser wan direşînin.
Tê gotin ku li Nînova û Duhokê qasî 600 hezar êzidî dijîn.