Behçet Alkan
15 Mijdar 2025•Rojanekirin: 18 Mijdar 2025
Li Kapadokyaya herêma turîstîk ya Tirkiyeyê ku bi xweşikiyên xwe yên dîrokî, çandî û xwezayî xemilandî ye, berfa yekem ya demsalê li geliyên bi kevirên cinan dagirtî dîmenekî bedew derxist holê.
Serê sibehê li Nevşehir û deverên derdora wê berfê dest pê kir û herêm bi berfê xemilî.
Turîstên xwemalî û biyanî yên ku serdana herêmê kirin, di nava kevirên cinan yên xwezayî da ku bi berfê xemilî geriyan û wêne kişandin.
Rêberê geştiyariyê Sefa Yuksel ji nûçegihanê AAyê ra got ku her çend Kapadokya roja berê bi dîmenên payîzê xemilî bû û niha jî em bedewiya zivistanê dibînin.