Muhammet Fatih Gökmen, Burak Can, Halil İbrahim İdik
25 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2026
Li Kirikkaleyê otobêsa rêwiyan welgeriya şerampolê, 40 kes birîndar bûn.
Li texma Kîmeskiyê ya rêya Kirikkale-Samsunê otobêsa rêwiyan a bi plakaya 44 PU 999 a ku ji Bursayê ber bi Qersê va diçû û C.D diajot li rêya ku ji ber baranê şemîtok bibû ji kontrolê derket û welgeriya şerampolê.
Li ser îxbarû ekîbên AFAD, îtfaiye, polês û tenduristiyê sewqî herêmê kirin.
Di qezayê da di otobêsa ku 39 jê rêwî bi tevahî 42 kes tê da bûn da 40 kes birîndar bûn.
Birîndar piştî midaxeleya ewil bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li bajêr.