Bilal Timur
15 Îlon 2026•Rojanekirin: 15 Îlon 2026
Li Akçadaga navçeya Meletiyê dara qeysiyê ya havînê hat daweşandin, dîsa kulîlk vekir.
Yusuf Tîmurê ku li Taxa Esenliyê hilberîna qeysiyan dike, di meha hezîranê da darên qeysiyan daweşandin.
Ji ber ku germahiya hewayê ji ser asta demsalê ra dewam kir, dara qeysiyê ya daweşandî, jinûva kulîlk vekirin.
Tîmurê ku derdora 40 salan e hilberîna qeysiyan dike, diyar kir ku ev cara yekem e ku wê yekê dibîne ku dara qeysiyê di meha îlonê da kulîlk vedide.
Tîmur wiha got, "Dara qeysiyê ya biharê kulîlk vekir, di hezîranê da fêkî dabû. Niha dîsa kulîlk vekir."