Orhan Yoldaş
12 Sibat 2025•Rojanekirin: 13 Sibat 2025
Waliyê Meletiyê Seddar Yavuz eşkere kir ku ji ber barîna berfê dibistan ji bo rojekî hatin tetîlkirin.
Yavuz di parvekirina xwe ya ji ser Xa platforma çapemeniya civakî da got ku "Xwendekarên delal li gor daneyên meteorolojîk tê nirxandina ku barîna berfê sibehê dê hê zêdetir bibe. Ji ber vê yekê biryar hat dayîn ku li tevahiya bajarê me 13ê sibatê roja pêncşemê rojekî navberê bidin perwerdeyê. Her wiha xebatkarên me yên astengdar û ducanî jî dê bi îzna îdarî bên hesibandin."