Volkan Kaşik
14 Mijdar 2023•Rojanekirin: 16 Mijdar 2023
Li Meletiyê mij çêbû û mesafeya dîtinê cî bi cî heta 50 mêtreyî kêm bû.
Ji ber mija ku serê sibehê çêbû li deverên bilind ên bajêr wesayît bi kontrolî çûn û hatin.
Şofêran farên wesayîtên xwe pê xistin û ekîbên trafîkê ji bo tevdîrê li hin ciyan sekinîn.
Rayedaran hişyarî da ku li ciyên mij çêbûye, baldar bin û mesafeya teqîbê biparêzin.