Haydar Şahin
25 Mijdar 2020•Rojanekirin: 26 Mijdar 2020
Li Mûşa ji bo heywandariya li Tirkiyeyê navendeke girîng e ji ber ku li ciyên bilind berf barî heywandar heywanên xwe tînin deştê.
Heywandarên pez û dewarên xwe li Çiyayê Kurtikê yê li 2 hezar û 500 mêtre bilindahiyê diçêrandin bi sarbûna hewayê û destpêkirina berfê va berê xwe dan mêrgên li deştan.
Musa Gungirê heywandar daxuyanî da nûçegihanê AAyê got ji ber ku gundên wan li ciyên bilind in bi barîna berfê tengasiyê dikişînin.
Musa Gungor got bi sarbûna hewayê ra berf jî barî û çêre di binê berfê da ma û wiha pê da çû:
"Em debara xwe bi heywandariyê dikin. Gundê me 45 kîlomêtre dûrî navendê ye û li ciyekî bilind e. Ji ber vê zivistan bi zor û zihmetiyê derbas dibe. Berf zû dest bi barînê dike û serma zêde ye. Ji ber ku berfê erd girt çêre tune ku em heywanên xwe biçêrînin. Ji bo vê jî em dadikevin deştê. Hetanî berf li vê derê bikeve em ê pezê xwe li deştê biçêrînin paşê bi giha û kayê va hetanî biharê alif bikin."
Yakup Gungor jî got li gundê wan zivistan giran derbas dibe û wiha axivî: "Di demeke kin da ew ê serî têkeve pêz û dest bi zayînê bikin. Ji ber berfê çêre nema ku em pêz biçêrînin. Zivistanê zor û zihmetiya me zêde dibe. Ji ber vê em mecbûrî koçî deştê dikin. Deşt hinekî germ e em ji alif teserufê dikin."