Sabri Yıldırım
04 Hezîran 2021•Rojanekirin: 09 Hezîran 2021
Koçerên li zozanên Mûşê kon vegirtine bi germbûna hewayê ra dest bi pezbirînê kirin.
Koçerên li herêmên Çiyayê Qozmeyê û Zozana Şênê konên xwe vegirtine ji aliyekî va pezê xwe berî çêrê didin û ji aliyekî va jî dest bi pezbirê kirin.
Dema pezbir dest pê dike koçer milê xwe dikin milê hev û bi zibare dest bi kar dikin. Hiriya ku dertê difiroşin û ew jî ji bo wan dahatek e.
Li Mûşê dema pezbirê dest pê kir
Ji koçeran Mehmet Çelîk got ku bi germbûnê va heyama pezbirê dest pê kir û wiha domand: "Heke em vê nekin wê di nav pez da nexweşî belav bibe. Ev kar bi tena serê xwe bê kirin wext pir lazim dike. Niha em rojê 100 mêşinî dibirin."