Haydar Şahin
13 Adar 2021•Rojanekirin: 14 Adar 2021
Li Mûşê nexweşê ji ber berfê li gund asê ma bi xebatên ekîban gihandin nexweşxaneyê.
Li gundê Gundoganê Sabrî Kirmiziyildizê 72 salî yê nexweşê xefirxaniyê (KOAH) aciz bû li ser vê eqrebeyên wî haya ekîbên Tenduristiya Acil a 112ê pê xistin û alîkarî xwestin.
Ji ber ku rêya gund ji berfê hatibû girtin ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr sewqî herêmê kirin.
Ekîbên paqijkirina berfê piştî xebatên 5 saetan li ber xwe dan gihîştin gund û ekîbên tenduristiyê Kirmiziyildiz bi ambulansê rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê.
Hakan Kirmiziyildizê eqrebeyê Sabrî Kirmiziyildiz ji ekîbên ji bo nexweşê wan seferber bûn ra sipas kir.
Necat Arslanê operastorê makîneya kar jî got piştî xebatên 5 saetan li ber xwe dan nexweş xilas kirin û wiha pê da çû: "Ji ber ba û bagerê me bi zorê pêşiya xwe didît. Li hin ciyan qalindahiya berfê gihîştibû 3 mêtroyan. Em jê derbas bûn. Şikur em gihîştin gund."