15 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2016
MUŞ
Li Mûşê, ji ber mija ku serê sibehê bergirtibû, seferên balafiran hatin betalkirin.
Berpirsên Balafirgeha Mûşê, bi sedema mija zêde û rewşa hewayê, betalkirina seferên balafira bi hejmara PC 264 ya Stenbol-Mûşê û ya bi hejmara TK 7358 ya Bûrsa-Mûşê ragihadin.
Ji aliyekî din ve, hat destnîşankirin ku sefera balafira bi hejmara TK 7089 ya Enqere-Mûşê jî bi sedema mija zêde û rewşa hewayê hatiye betalkirin.