Haydar Şahin
23 Gulan 2020•Rojanekirin: 26 Gulan 2020
Ekîbên Midûriyeta Ewlekariya Mûşê li ciyên cuda yên bajêr ji bo kontrolên qedexeya derketina derva ya di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) da hatibû îlankirin xebatên xwe meşandin.
Hêzên ewlekariyê li gelek herêmên bajêr kontrolên xwe zêde kirin, welatiyên derketine trafîkê dan sekinandin û belge û destûrên wan kontrol kirin.
Ekîban mesafeya civakî û tevdîrên hatin hildan bi bîra welatiyên xwediyê destûrê xistin, li kesên guh nedan rêgezan jî ceza birîn.
Hêzên ewlekariyê ew ê hetanî 26ê gulanê kontrola bidomînin.